NûçeRojhilatanavinSûriye

Pevçûn di navbera komên çekdar û terorîstên tekfîrî: Di encama vê pevçûnê de 13 kes hatine kuştin

Pevçûn di navbera komên çekdar û terorîstên tekfîrî, li pişkek ji navçeyên vala j çekan li Idlibê (li bakûra rojava ya Sûriyê) de qewimîne.

Kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê li raporekê ragihand: “Di encama vê pevçûnê de 13 kes hatine kuştin”.

Komên çekdar ên ku Tirkiye pişta wan digire berî niha bi terorîstên tekfîrî re  di mijara şerê dijî artêşa Sûriyê hevpeyman bûn.

Navenda Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ser bi neyarên sûrî, nûçeya qewimîna pevçûna di navbera komên çekdar û terorîstan piştrast kiriye û ragihandiye: “Li dû van pevçûnan, terorîstên Bereya El Nusreyê li bajarê Idlibê pêşve çûne”.

Ji dema ku Tirkiye û Rûsiye hevhatinekê li ser pêkanîna navçeya bêçek li Idliba Sûriyê û cihneanîna operasyona leşkerî ya li vê parêzgehê îmze kirine ve, ev navçeya bûye qada pevçûnên lidûhev.

Başa dön tuşu