ÎranNûçeRojhilatanavin

Pevçûna di navbera Sipahê Pasdaran û terorîstan de

Biryargeha Necefê ya Hêza Bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, ji pevçûna di navbera şervanên vê biryargehê û terorîstên koma tekfîrî ya DAIŞ`ê li navça rojavaya Îranê de agahî da.

Dayira Peywendiyên Giştî ya Biryargeha hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, bi weşandina daxuyaniyekê pêgîrî kir: Bi saya çavdêriya tam a agahiyan a Biryargeha Necefê ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, tîmeka 21 kesî ya terorîst ya koma tekfîrî ya DAIŞ`ê ku ji navça rojava ve derbasî nav axa Komara Îslamî ya Îranê bibûn, hatin şopandin û serê axir, roja şemiyê pevçûna bi wan re destpê bû.

Li daxuyaniya dayira peywendiyên giştî ya Biryargeha hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, hatiye: Di encama pevçûna şervanên vê biryargehê û terorîstên koma tekfîrî ya DAIŞ`ê li navça rojavaya Îranê de, para zêde ya vê tîma 21 kesî hatine girtin.

Li gorî vê daxuyaniyê, pevçûna di navbera hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û endamên DAIŞ`ê de, hîn berdewam e û hêzên ewlehiyê yên îranê jî li van pevçûnan, bi hêza bejahî ya Sipahê Pasdaran re hevkariyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu