EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Pevçûna li meclisa nûnerên Efxanistanê ser posta serokatiyê

Nerazîbûna hejmarek ji endamên parlemana nûnerên Efxanistanê li hember bijartina serokatiya parlemanê, bû sedema pevçûna li meclisa vî welatî.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya  IRNA`yê, hejmarek ji nûnerên  parlemana  Efxanistanê bi raghandina vê yekê ku  Mîr Rehman Rehmanî duh nekarî piraniya dengan bo serokatiya parlemanê bi dest bixe, daxwaza lidarxistina  hilbijartinên nû bo kursiya serokatiya perlemanê kirin.

 Eva li halekê ye ku  Mîr Rehman Rehmanî duh karîbû ku 123 deng ji 244 dengan bi dest bixe.

 Li gorî vê raporê, Rehmanî duh ji aliyê serokê demkî wek serokê perlemana  nûneran hatibûn nasandin.

Başa dön tuşu