FilistînNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna hejmara şehîdên filistînî bi şehîdbûna nûciwanekî din ê filsitînî

ûciwanejkî fislitînî ku jli pêvajoya meşa mezin a mafê vegeriyanê di roja Îniyê da bi gulleyê çekdarên siyonîst li rojhilata xan Yûnisê birîndar bûbû, ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, Ezam Helal Evîze, tezelawê 15 salî yê filsitînî ku roja Îniyê ji aliyêî serî va gulle lêketibû û bi giranî birîndar bû, îro anku Şemiyê şehîd bû û bi şehîdbûna Evîze hemjara şehîdên xwenîşandana mezin a Mafê Vegeriyanê gihîşte 49 kesî.

Li vî halî Saib Erîqat endamê pileberz ê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê ji helwêstên civata cîhanî derheq cinayetên Rêjîma Siyonîst li erdên dagirkirî yên Filsitînê bi tundî rexne kir û got: Civaka Cîhanî ji rakirina pêngavên pêşîlêgir bi mebesta girtina pêşiya kiryarên têrorîstî yên siyonîstan dijî fislitîniyan xwe dûr dike.

Erîqat got: Eva ku îzn ji Israîlê ra tê dayîn ku destdirêjiya xwe li dijî welatiyên filsitînî yên bêberevan û bêguneh bidomîne û li dadfgehên navneteweyî cinayetên Israîlê nayên mehkemekirin, ecêb e.

Nasandina Rêjîma Siyonîst wek Rêjîmeka Xasib û Cinaytekar ji armancên girîng ên lidarxistina meşa mezin a Mafê Vegeriyanê ji aliyê filsitîniyan va ye.

Ev xwenîşandan ku ji 30ê Adara bihurî va dest pê bûye, ji aliyekî va bibîrxistina dîrokî û agahîder bo raya giştî li bara dagirkervbûna Rêjîma Israîlê bûye û jin aliyekî va pêgiriyek li ser pênase û xuyê Cinayetkarbûnê ya Rêjîma Israîlê ye.

Heta niha ji ber êrîşa çekdarên siyonîst li ser beşdarên li Meşa Mezin a Mafê Vegeriyanê ku ji 30ê Adarê va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bûye, 49 kes ji filsitîniyan şehîd bûne û zêde ji 6600 kes jî birîndar bûne ku rewşa hinek ji birîndaran xerab hatiye ragihandin.

Başa dön tuşu