Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê êrişa kirêgirtiyên Erebistanê ser navçeyekê li parêzgeha Teizê li başûrê Yemenê bêencam kirin ku li encama wê hejmarek ji eskerên siûdî hatin kuştin.
Her wiha li encama pevçûnên giran navbera hêzên yemenî û eskerên siûdî li navça sînorî ya El-Buqeê li bakurê Yemenê panzêreke eskerên siûdî îmha bû û hemî lênişitiyên wê hatin kuştin.
Topxana artêşa Yemenê li bersiva êrişên Erebistanê navendên siûdî li navça Necranê gullebaran kir.
Navenda eskerî ya Cehfanê li parzêgeha Cîzana Erebistanê jî li encama êrişên artêşa Yemenê kavil bû.
Êrişên Erebistanê ser navçên curbicur ên Yemenê zêde bûne.
Balefirên cengê yên Rejîma Siûdî çend caran navça El-Xoxe li parêzgeha Hedîdê dan ber êrişên xwe yên hewayî. Li bara hejmara goriyên van êrişana tiştek nehatiye weşandin.
Erebitsanê ji Adara 2015`an heya niha êrişên xwe bi armanca vegerandina Ebd Rebê Mnsûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser desthilatê destpê kir.
Li encama van êrişana heya niha bi hezaran yemenî hatine kuştin û birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)