ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Erebistan xelata cinayetên xwe bi endametiya li Konseya Mafên Mirovan digire

Behram Qasimî, berdevk û serokê navenda dîplomasiya giştî û medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, li bersiva li hember îdiaya deryasalar (admîral) Kevîn Donegan rayedarê payebilind ê Amerîkayê li bara şandina çek û mûşekan ji aliyê Îranê bo Yemenê, got: Îdiayên derew ên wiha li halekê tên bihîstin ku tevî rexneyên zav û nerizamendiya vêjdanên hişyar ên civaka cîhanî û saziyên sivîl, şandin û firotina çekên mirinbar ji aliyê çêkirên çekan, şerxwazên cîhanê û bazirganên mirinê bo Erebistanê her wekî berê didomin.

Qasimî herwiha got: Hemû rojê hejmareka zav a çekên mirinbar, bombe û mûşekên amerîkî ji aliyê hevalbendiya siûdî li ser serê xelkê bêberevan ê sivîl, mezlûm û bêsûc ên Yemenê li dibistan, nexweşxane û malên wan dibarin ku mirov nikare ji bilî cinayetên cengî, tu naveka din dayne ser wan .

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku di rojên vê dawiyê xelkê cîhanê şahidê zêdebûn û giranbûna êrişên hovane yên Rejîma Siûdî ser xelkê Yemenê ne û destnîşan kir: Riyaz bi piştevaniya hin hêzxurtan, cinayetên xwe yên hovane didomîne û mixabin ku xelata ji ber kuştin û şewitandina mirovan, bi piştgiriya ji endametiya xwe ya li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) werdigire, karesat û trajediyeka tal ku wê hertim wekî xaleka reş û pîs li dîroka mirovantiyê de bimîne û qeyd bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu