NûçeRojhilatanavinSûriye

Pevçûnên li Şehbayê didom in

Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê duh şevê dora saet 00:30an de êrişî ser sengerên Ceyş El Siwar ên li gundê Ehreza bi ser Şehbayê de kirin.  Li ser vê yekê endamên Ceyş  El Siwarê jî bersiva çekdaran da û şer derket. Di heman kêliyan de çekdarên SUKê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dikin, êrişî ser sengerên  Ceyş  El Siwar ên li gundê Şêx Îsa kirin û li ser vê yekê li wir jî şer dest pê kir. Li gundê Şêx Îsa jî pevçûn cîh bi cîh didomin. Derbarê encamên pevçûnan de hêj ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu