Li encma pevçûna grûpên terorîstî yên DAIŞê û bereya El-Nusrê li kempa Yermokê li başûrê Şamê hejmarek ji terorîstan hatine kuştin,an birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, komîtên hevdengiya grûpên çekdar ên Sûriyê îro înê ragihand: Pevçûnên navbera grûpên terorîstî yên DAIŞê û bereya El-Nusreyê li kempa Yeremokê wextekê qewimî ku yek ji kesên çekdar ên bereya El-Nusrê kemberê xwe yê teqînê nav endamên DAIŞê teqand.
Li encama vê teqînê 8 terorîst hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn .
Televîzyoan Al-Alamê jî ragihand li encama pevçûna navbera grûpên çekdar û endamên DAIŞê li Qelmûnê li rojhilata Rîf Şamê, hejmarek ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin, an birîndar bûne.
Di eynî demê de çavkaniyên sûrî roja înê ragihandin Yûnis Şueyb navdêr bi Ebûhesen serkirdê grûpa terorîstî ya bereya El-Nusrê li parêzgeha Idliba Sûriyê hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)