IraqNûçeRojhilatanavin

Pêwîst e dewleta Iraqê ser zêdebûna mafên hêzên Heşdê Şebî bisekine

Nunerekî parlemana Iraqê ragihand dewleta vî welatî divê maf û mûçeya hêzên besîca gelanî zêde bike.

  Li gorî rapora roja pênşemiyê ya ajansa Eyn ya Iraqê Muhemed El-Lekaş endamê fraksiyonaEl-Mewatin li parlemana nuneran a Iraqê got ku qanûna bûdca 2017`an diyar kiriye  divê dewleta Iraqê maf û mûça hêzên Heşdê Şebî weke yek ji teşkîlatên eskerî û fermî zêde bike.

El-Lekaş bal kişand ser vê yekê ku qanûna bûdca 2017an ji meha tê cih tê û destnîşan kir mafên  hêzên besîca gelanî ya Iarqê divê bi qasî mûça hêzên din dezgehên  eskerî û ewlehiyê yên Iraqê be û ev  yeka li qanûna  bûdca 2017an hatiye texmînkirin.

Li gorî qanûna bûdca 2017`an  nêzîkî du trîlyon dînar bi qasî yek milyar û 700 milyon dularî bo hêzên besîca  gelanî hatiye terxankirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vê dawiyê piştî pejirandian qanûna hêzên besîca gelanî li parlemanê wek teşkîlata Heşdê Şebî ragihand ev hêz li her derê ji xelkê vî welatî li hember dijmin û terorîstan berevaniyê dikin.

Li gorî vê qanûnê, parlemana  Iraqê qebûl kiriye hêzên Heşdê Şebî tevlî hêzên çekdar û artêşa Iraqê bibin.

Li gorî vê raporê li operasyona azadkirina navçên curbicure parêzgeha Enbarê ji wan Felûcê li rojava Iraqê û her wiha operasyona  azadkirina  abajrê Mûsilê ku tim didome hêzên Heşdê Şebî roleke giring hebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu