FilistînNûçeRojhilatanavin

Pêwîst e hemû baylozxane bitaybet baylozxana Amerîka li Bêytul-Muqedesê damezirin

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê ji zarê ajansa nûçan a Firansayê, Binyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li gotinên xwe yên duh pêncşemê li koma endamên partiya xwe ya ser navê Lîkod îdia kir: Bêytul-Muqedess paytexta hertimî ya xelkê Cihû û Îsrayîle.

Netanyahû got: Ya baş eva ye ku baylozxanên welatên cîhanê û bitaybet baylozxana Amerîka li Bêytul-Muqedestê bi cih bibin ji ber ku ev der ciyê  wan asiruştî ye.

Rejîma Siyonîstî li sala 1980 rojhilata Bêytul-Muqedesê dagîr kir û li qanûna bingehîne xwe jî Bêytul-Muqedes wekî paytexta xwe ya hertimî ragihand, lê civata navnetewî ev biryara Rejîma Siyonîstî bi fermî nas nekir.

Trump serokkomarê Amerîka hefta bihurî ji sefera xwe ya kutahiya Gulanê bo Erebistan, Îtaliya, Brûksel, Vatîkanê û erdên dagîrbûyî yên Filistînê xeber da.

Tê gotin ku muhtemel e Trump seredana Qiraxa rojavaya Çemê Urdinê jî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu