NûçeRojhilatanavin

Pêwîstiya berçavgirtina mafên gel û dewleta Sûriyê li Jênêvê

Serokê Konseya Rêvebirina Peywendiyên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Biryarên gotûbêjên Jênêvê ji bo aştiya li Sûriyê gerek bi awayekî bin ku mafên gel û dewleta qanûnî ya vî welatî werin berçavgirtin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serokê Konseya Rêvebirina Peywendiyên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, Kemal Xerazî îro şemiyê, 19`ê Adara 2016`an, li hevdîtina ligel serokomarê Sûriyê, Beşar Esed li Şamê,, diyarklirina pêşeroja vî welatî mafê gelê Sûriyê da zanîn û got: Mafê ti biyaniyekî tine ku destê xwe li karên navxweyî yên Sûriyê werbide, ji ber ku ev welata xwedanê dewleteke qanûnî û gelanî ye.

Serokomarê Sûriyê jî Îran wek piştgirê sereke yê welatê xwe da zanîn û got: Alîkariyên misteşarî yên Îranê li Sûriyê, ,çete û piştgirên wan piştî tamilkirina gişt têkçûnan kişandine dora maseya gotûbêjan.

Esedi destnîşan kir: Eger gotûbêjên Jênêvê negihêjin encamê, gel û artêşa Sûriyê wek berê yê bi awayekî berxwedêr û bi vîn û irade li hemberî gişt komên têrorîst rawestin.

Xerazî û Esed her viha li bara guhertinên herî dawiyê yên Sûriyê bi taybet gotûbêjên Jênêvê û hewildanên ji bo çaresekririna siyasî ya qeyrana Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokê Konseya Rêvebirina Peywendiyên Derve ya Komara Islamî ya Îranê êvara îniyê, 18`ê Adara 2016`an, ji Libnanê çû Sûriyê.

Xerazî biryar e ligel wezîrê karên derve, wezîrê aştiya neteweyî û komek ji bijareyên Sûriyê her viha rêberên komên têkoşer ên filistînî jî hevdîtinê bike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu