ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Pêwîstiya berçavgirtina projeyên abûrî yên hevpar ên Îran û Sûriyê

Serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li hevdîtina tev serokwezîrê Sûriyê ser pêwîstiya berçavgirtina projeyên abûrî yên hevpar ên du welatan sekinî.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elaedîn Birûcirdî serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya îro pêncşemê Li Şamê tev Emad Xemîs serokwezîrê Sûriyê ser berfirehtir kirina hevkariyên navbera Têhran û Şamê sekinî.

Hatiye ragihandin ku Elaedîn Birûcirdî serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya îro pêncşemê tev Emad Xemîs serokwezîrê Sûriyê herwisa li bara Sûriyê û alûgorên navçê jî bi hevra gotûbêj kirin.

Emad Xemîs jî li vê hevdîtinê bal kişande ser riyên berfirehtir kirina peywendiyên navbera Têhran û Şamê gor xêr û qazanca her du welatên Îran û Sûriyê û got: Xelkê Sûriyê qedrzanê piştevaniyên bê hed û sînore Îranê li dirêjiya kirîza şeş salî li Sûriyê ye.

Emad Xemîs bal kişande ser viya ku Têhran û Şamê li bereyekî hevpare dijî terorîzmê da dijîn û destnîşan kir; Serketinên mezine artêşa Sûriyê li Helebê ji ber piştevaniya hevpeymanan û bitaybet Komara îslamî ya Îranê li Sûriyê hatiye dest.

Birûcirdî jî li vê hevdîtinê bilî pîrozbahî gotina bi artêş û xebatkarên berxwedanê li Helebê hêviya xwe daye diyarkirin ku bi vê zûtiyê dê cejna mezin a serketina ser terorîzm û îstekbarê bigrin.

Taxima parlemanî ya Îranê duh jî tev Beşar Esed serokkomarê Sûriyê hevdîtin pêk anî (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu