IraqNûçeRojhilatanavin

Pêwîstiya hişyariya li hemberî gêreyên siyasî û fitnekariyan li Iraqê

Fermandarê hêzên amadebaşiya (seferberiya) gelanî yên Iraqê pevçûn û gêreyên navxweyî li vî welatî tenê ser xêra biyaniyan zanîn.

Hadî Amirî serokê saziya Bedir a Iraqê û fermandarê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şebî) bal kişande ser pevçûnên duh li Dozxormatoyê û şerê dijî DAIŞ`ê şerê sereke yê Iraqê zanî û got: Pevçûnên navxweyî tenha ser xêra biyaniyan in.

Di encama pevçûnên duh di navbera hêzên Pêşmerge û Heşda Şebî li Dûzxurmatoyê da, çend kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Ji hêla din va alûgurên têkildarî meclisa Iraqê didomin û di vê navberê da Imad Xefacî berdevkê Selîm Cebûrî serokê parlimana Iraqê ragihand ku vicîna parlimanê yê roja sêşem 26`ê Nîsanê bi pişkdariya hemî parlimanteran ji wan ên grevgirtî bê lidarxistin.

Xefacî bal kişande ser pêwîstiya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna sibê ya meclisa Iraqê û got: Ev civîna yê civîneke berfire jibo hilkolandina çaksaziyên nav kabînê û amadebûna parlimanê jibo mazûvaniya Ebadî be ta ku wezîrên xwe bide nasandin.

Greva parlemanterên iraqî û hewldana wan jibo wêdadayîna serokê parlimanê bûye sedema paşdaketina civînên hilkolandina hêjatiya wezîrên ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pêşniyar kirine.

Di rewşeke wiha da, serokê meclisa Iraqê xwest ku komên siyasî yên vî welatî jibo çareserkirina qeyrana siyasî hewl bidin.

Selîm Cebûrî serokê meclisa Iraqê ku ji aliyê hejmarek parlimanteran va ketiye ber zextê ku bi awayekî fermî desta ji karê xwe bikişîne ragihand ku qeyranên Iraqê bûne sedema rewşeke awrte ku yê bi zûtirkê kuta bibin û komên siyasî erkdar in jibo sekinîna li hemberî qeyrana siyasî, berpirsiya xwe cih bînin.

Selîm Cebûrî her wiha got: Komên siyasî divê rêbazên anegorî destûra bingehîn bigirin ber xwe û ji berjewendiyên hizbayetiyê dûr bikevin.

Serokê parlimaan Iraqê tekez kir ku meclisa vî welatî divê dûrî her cure parvekirina postan dengê xwe bide kabîneya nû.

Selîm Cebûrî her wiha got: Hevdengiyên hizbî û qewmî bûne sebeb ku her kes fikir bike parvekirina post û desthilatê di navbera partiyan da, wek rêbazekê xûya dike lê, encama vê rêbazê bitaluke û neyênî ye.

Eva li halekî ye ku gelê Iraqê bi xwepêşandanan di rojên vê dawiyê da dixwazin ku çaksaziyên siyasî û têkoşîna li hemberî gendeliya nav dezgehên hikûmetê bidomin.

gelên Iraqê li parêzgehên Besre, Mîsan, Zîqar, Wasit, Kerbela û Dîwaniyê duh xwepêşandan dijî gendeliya nav dezgehên hikûmetê bi rê xistin.

Gelên Iraqê li xwepêşandanan xwestin ku çaksaziyên siyasî û dewleta têknokirat bi merema dabînkirina rewşeke baş a ewlehî, xizmetguzarî û aboriyê pêk bên.

Xwepêşanderan berpirsên gendelkar ên dewletê şermezar kirin û xwestin ku ew bên cezakirin û pêşiya gendliya îdarî û daraiyê bê girtin.

Gelê Bexdayê jî li Meydana Tehrîr a vî şarî grev û nerazîbûna xwe domandin û xwestin ku dewlta têknokirat pêk bê.

Iraq bi dû ragihandina guhertinan li kabînê ji aliyê serokwezîrê vî welatî va tûşî qeyrana siyasî bûye.

Ev di rewşekê da bûye ku nunerê merceê derecebilind ê Iraqê li Necefa Eşref jî bi caran li ser pêwîstiya hewldana dewleta vî welatî jibo razîkirina gel têkildarî rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê sekiniye.

Sedredîn Qepançî, nunerê merceê derecebilind ê dînî yê Iraqê li bajarê pîroz ê Necefê tekez kir ku her rêbazek ku bê kifşkirinê divê tifaq û yekperçetiya Iraqê û parlimana vî welatî garantî bike.

Sedredîn Qepançî her wiha got: Divê çaksazî anegorî qanûnan bin û di vê çarçovê da divê bi merema bidestxistina rizamendî û lihevkirina bo çareserkirina qeyrana siyasî, rêzê li her kesî bigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu