NûçeEfrîqaIraqRojhilatanavin

Peyama Bafil Talebanî bo Sûdanî: Te biryareke biwêrane da

Serokê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) di peyamekê de ji ber biryara Serokwezîrê vî welatî ya dayîna mafê xwedîtîya mal û milkên Şingalê bo êzidîyan, destxweşî lê kir.

Di peyama Serokê YNK, Bafil Talebanî da wiha hatîye: Birêz Mihemed Şîya Sûdanî te ferman da ku mafê xwedîtîya mal û milkan ê xwîşk û birayên êzidî li Şingalê ku ji sala 1975ê va di wan de dijîyan û bi destê hikûmeta Beis a Iraqê hatin kavilkirinê û êzidî ji wan hatin derxistin, li wan bê vegerandin, te biryareek biwêrane da û ez destxweşîyê li te dikim.

Bafil Talebanî di dewamê da got: Ev rêçare û fermana di çarçova daxwaz û planên YNK ji bo dabînkirina mafên êzidîyan li gorî rêkevtinameya pêkanîna hikûmetê ye.

Başa dön tuşu