IraqNûçeRojhilatanavin

Peyama beşdarên meşa Erbeyîna Îmam Hisên (S) ji cîhanê li riya Necefê heta Kerbelayê

Beşdarên li Meşa Erbeyîn anku Çilema Îmma Hisên (S) bi amadekirina tomarekê bi çend hezar wajoyan peyama kombûna herî mezin a salê ya gelanî li cîhanê şirove kirin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRIB News`ê, beşdarên li Meşa Erbeyîna Îmam Hisên (S) li riya Necefê heta Kerbelayê nameyek ji hemî gelên cîhanê ra weşandin ku tevî raberkirina hin raveyan li bara pêkhatina têkilî û peywendiyên cûrbicûr ên jiyana roja îro li ser esasa berjewendiyên zorbêjan û hokarên cudatiya gelan bi pevçûn û kêşeyên nijadî, ji geklên cûrbicûr ên cîhanê xwestin ku li hemberî zilm û zorê têbikioşin.

Beşdarên li meşa Erbeyîna Hisênî (S) li riya Necefê heta Kerbelayê her viha li ser piştgiriya ji bindestan û têkoşîna li hemberî zilmê pêgirî kirin.

Ev name heta niha ji aliyê bi hezaran kesî va hatiye wajokirin û pêşbînî tê kirin ku ji miliyonek zêdetir wê îmze bikin.

Naveroka nameya beşdarên meşa Erbeyîna îmam Hisên (S) li riya Necefê bo Kerbelayê bi şeş zimanên erebî, farsî, urdo, tirkiya istenbûlî û fransî li rûpela ArbaeenLetter`ê li nav torên civakî li ber destan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu