IraqNûçeRojhilatanavin

Peyama Ebadî bo ereban ji bo eşkerebûna rastiyên şerê Felûceyê

Li gorî rapora êvara sêşemiyê, 7`ê Hezîrana 2016`an, a IRIB News`ê ji zarê kanala televîziyoniya Al-Alemê, nûnerê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê, Casim Beyatî got ku serokwezîrê vî welatî, Heyder Ebadî bi şandina hin nameyan ji bo serokên welatên erebî hewil daye ku rastiyên şerê Felûceyê ji wan ra ronî bike.

Beyatî got: Rewş û fezaya mêduyayî ya pêkhatî li dijî hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şebî ji ber kiryarên hinek ji mêdyayên erebî û hewildana wan ji bo nîşandana şerê azadkirina Felûceyê wek kuştin û cinayetê, bû sebeb ku Ebadî bi şandina hin nameyan ji bo serokên ereb li navçeyê û bakûrê Afrîqayê, rastiyên vî şerî ji wan ra şirove bike.

Nûnerê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê her wiha got: Heyder Ebadî ji serokên welatên ereb ra destnîşan kiriye ku koma têrorîst a DAIŞ`ê dijmina wan giştan ne, ne ku hêzên seferberiya gelanî ku li halê şerê li dijî vê koma têorîst in.

Li gorî rapora kanala televîziyona iraqî ya Sumiriyê, Heyder Ebadî hin peyam ji riya taximên fermî ji bo serokomarê Misrê, Evdilfetah Sîsî, paşayê Urdinê, Evdillahê Duyem, Siltanê Omanê, Qabûs Bin Seîd û mîrê Kuwêytê, Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah, ra şandine.

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, Ehmed Cemal roja yekşemiya buhurî li bara idiaya sefîrê Erebistanê li Bexdaya paytexta Iraqê li bara rola Îranê li operasiyona azadkirina felûcê ragihand ku nigeraniya hinek ji welatên erebî li bara operasiyona azadkirina Felûcê ecêb e.

Ehmed Cemal destnîşan kir ku dewleta Iraqê tenha alî ye ku dikare li bara bikaranîna rawêjkarên leşkerî yên her yek ji hevpeymanên xwe ji bo serketina li pevçûnên bajarê felûcê biryarê bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu