CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

“Peyama gelê Îranê bo serokomarê Amerîkayê û alîgirên wî ev e ku gelê ji pênaseya xwe ya husêynî dest nakişîne“

Sikritirê giştî yê Civata Cîhanî ya nêzikkirina Mezhebên Îslamî, ayetullah Muhsin Erakî êvara Duşemiyê li civîna rêzgirtina li malbatên giranqedr ê şehîd û cangoriyên rûhanî yên bereya berxwedana îslamî li Qumê li başûrê Têhranê bal kişande ser helwêsta vê dawiyê ya desthilatdarên Amerîka û Israîlê li dijî Komara Îslamî ya Îranê û got: “Gelê Îranê hertim riya rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî dişopîne; Înqilaba Îslamî di riya mekteba nebewî, elewî û husêynî dimeşe û tu wextî dê ji vê riyê dernekeve“.

Ji pêncşemiya heftiya bihurî va hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Rayedarên amerîkî, Rêjîma Siyonîst, Brîtanya, Rêjîma Siûdî û mêdyayên biyanî bi neçêbikaranîna van kombûnên gelanî hewilê dan ku van kombûnan di riya pêkanîna alozî û tevliheviyê bi rê ve bibin.

Sikritirê giştî yê Civata Cîhanî ya nêzikkirina Mezhebên Îslamî her wiha got: “Pênaseya şîetiyê, pênaseya husêynî ye û gelê Îranê  bi palpiştiya vê pênaseya qahîm, dê tu wextî li hemberî taxût û taxûtiyan bejna xwe netewîne.

Ayetullah Muhsin Erakî bi gotina vê yekê ku gelê Îranê hemîşe ji bo sekinîna li hemberî zilm û istikbarê li cîhanê amade ye, bi bîr xist: “Berxwedan û sekinîna li hemberî dijminan û alîkariya mezlûm û bindestên cîhanê nîşana îslama resen a mihemedî (S) û pênaseya şîeyan e û dijmin li dû xerakirina vê pênaseya rastîn in.

Sikritirê giştî yê Civata Cîhanî ya nêzikkirina Mezhebên Îslamî bi gotina vê yekê ku rûhaniyet û navendên zanistên dînî hertim parêzvanê pênaseya îslamî ne, şehîdên rûhanî bi xwîna xwe, pêşengiya zanayên şîe li vê riyê selimandine, got: “Roja îro pênaseya husêynî li seranserî cîhanê û li her derê ku mirovên azade û bi fezîlet hene, tê dîtin“.

Başa dön tuşu