ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama heyf û mixabiyê ya Îranê têkildarî jordaketina balafira Tirkîyê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê ji ber jordaketina balafireke Tirkîyê li esmanê Îranê heyf û mixabinîya xwe nîşan da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê li daxûyanîyekê têkildarî jordaketina balafireke Tirkîyê li axa Îranê ragihand, çend komên hawargiheştin û xilaskirinê çûn navçê û tevî rewşa giran a hewayê, xwe gîhandine cihê bûyerê.

Balafireke cûra cêta şexsî ya Tirkîyê ku ji Şariceya Imaratê ber bi Istenbola Tirkîyê ve diçû, duh danê êvarê dema ji esmanê Îranê derbas dibû, li ser rûpela radarê nema. Ew balafira li derdora Şehirkurda Îranê jorda ket û 11 kesên tê de canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu