ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Peyama Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî bo Ayetullah Tesxîrî

Rêberê mezin ê cihana Îslamî di peyamekê da ji ber koça dawî ya zanayê têkoşer û zimanê ron ê Îslam û Şîeyê, Hucet-ul-islam wel-muslimîn, “Muhemed Elî Tesxîrî” sersaxî got.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî, Rêberê mezin ê cihana Îslamî roja Sêşemiyê di vê peyamê da tevî sersaxîdana bi boneya koça dawî ya Hucet-ul-islam wel-muslimîn Tesxîrî bo binemal, yên mayî û gişt hevkar û dostên wî, ragihand: Karnameya vî mêrê newest di cûreyên xizmetên mezin li civatên cîhanî yên Îslamî bi rastî ron û zelal e.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî tevî hêvîkirina rehmet û mexfireta Xwedê jibo Hucet-ul-islam wel-muslimîn Tesxîrî, ragihand: Vîna xurt û dilê wî yê xurt heta di salên dawî da li hemberî lawaziyên bedenî ser diket û hebûna bibandor û bereketa wî di her nuqteyeke pêwîst û sûdmend da berdewam dikir.

Başa dön tuşu