Serokê Tevgera Sedrê ya Iraqê, ji xelkê Necefê xwest ku tev hêsîrên filistînî yên di hewsên Rejîma Siyonîstî de ku ketine gireva birsîbûnê, hevdiliyê bikin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Muqteda Sedr serokê Tevgera Sedr a Iraqê roja şemiyê jibo ragihandina hevgirtina tev hêsîrên filistînî yên di zîndanên rêjîma Îsraîlê da, li peyamekê ji xelkê Necefa Eşref xwest ku jibo piştgiriya ji hêsîrên filistînî yên di girtîgehên Rejîma Siyonîst da rojiyê bigrin.
Li peyama Muqteda Sedr bo hêsîrên filistînî yên di hewsên rejîma Îsraîlê de hatiye: Bêguman encama gireva hêsrên filistînî dê jinavçûna Îsraîlê be.
Serokê Tevgera Sedr a Iraqê herwiha li bara serketina filistîniyan wekî xwediyên sereke yên Filistînê li hember komplokir û dagirkerên siyonîst dilniyabûna xwe da xûyanê.
Hêsîrên filistînî ji 17 Nîsanê yanê Roja Êxsîrên Filistînî va, girav birçîbûnê bi slogana Azadî û Kerametê jibo protestokirina siyaset û reftarên nijadperestane yên Rejîma Siyonîst destpê kirin.
Amara herî dawiyê ya hêsîrên filistînî yên di hewsên Rejîma Siyonîst de yên ku ketine gireva biçîbûnê heya roja şemiyê nêzîkî du hezar kesî bû ku ev hejmara bi tevlîbûna hêsîrên filistînî yên din her ku diçe zêde dibe. (BANGE İSLAMÎ)