ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama Newrozê a Ruhanî: Netewê Îranê bi yeqîn wê serkeve

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyamekê bi minasibeta despêbûna cejna Newrozê û sersala 1398 a Koçberiya Tavî (KT), sala derbasbûyî anku ya 1397 KTsala serkevtinên netewê Îranê li warên curbicur da zanînê û got: Netewê Îranê bi yeqîn wê serkeve û ji pirsgirêkên vê demê derbas bibe.

Li gor malpera Ragihandinê ya serokomariyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî bal kişand ser boykotên neqanûnî û yekalî yên Amerîkayê li dij Netewê Îranê û got: Dijmin wer fikir dikir li van boykotana wê dinya û hevpeymanên wê bi giştî aliyê wî bigirin, lê gişt welatan ji bilî çend welatan xwe dan aliyê netewê Îranê.

Ruhanî anî ziman ku gişt civak û rêxistinên navneteweyî yên wek Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya wê ya Ewlekariyê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, netewê Îranê berheq dizanin. Ruhanî di dewama gotina xwe de desnîşan kir: Ewên ku soz û qirarên xwe xistine bin piyê xwe û cinayet kirinebila bizanin ku dawiya vê rêkê ne ser xêra wan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser pêwendiyên baş ên Îranê û welatên cînar û got: Îsal, sala dostî û hevaltiya bi gişt cînaran e.

Ruhanî ber bi netewê mezin ê Îranê jî got: Sala nû sala hevgirtina zêdetir û sala xebat û têkoşana zêdetir e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Îranî divê li sala nû dest bidin hevdu û li ber ewên ku dixwazin netewê Îranê bitewînin û bişkînin bisekinin û mezinatî û  şerefa xwe zêde ji her demekî din nîşanî wan bidin.

Ruhanî anî ziman ku sala nû sala berhemanîn, xebat û karsaziyê bona ciwanên îranî ye û got: Dewlet di vê rêkê de gişt karîn û xebata xwe bikar tîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sersala nû li netewê mezin ê Îranê û îraniyên derveyî welêt û li gelên din û yên cînar ku Newrozê cejin digirin, pîroz kir.

Başa dön tuşu