ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama Newrozê ya Larîcanî: Çareserkirina pirsgirêkên navçê maye ser hevkarîya welatên cînar

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li peyama Newrozê bo welatên herêmê pêkutî kir: Alûgurên navçê, çareserkirina kêşeyên pêşber û sekinîna li hemberî gefan, yê girêdayîyê hevkar û danûistandina kêrhatî ya hemî welatan nemaze ya welatên cînar be.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Meclisa Îranê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li peyamên cida bo serokên parlimanê yên welatên Komara Azerbaycan, Tirkmenistan, Pakistan, Tacîkistan, Qirqîzistan, Efganistan, Qazaqistan, Iraq, Tirkîye û Uzbekistanê hatina cejna kevnar a Newrozê li wan pîroz kir.

Elî Larîcanî li vê peyamê tevî hêvîya serkevtin, pêşketina zêdetir û dadmendîyê jibo gelên navçê, got: Komara Islamî ya Îranê ji her cure hevkarîya herêmî nemaze ligel cînaran li gorî rêzgirtina dualî jibo dabînkirina ewlehî, pêşketin û geşedana giştalî ya aborî, sîyasî û çandî pêşwazîyê dike.

Serokê meclisa Îranê herwiha bibîr xist: Gotûbêja di navbera parlimanan da yê bibe sedema dabînkirina ewlehîya mayinde û kûrkirina peywendîyên dostane.

Civata Giştî ya NY di sala 2010`an da Newroz bi hegera rêzgirtina zêde ji 300 milyon kesî li 11 welatên cehanê li vê cejnê, wekî “ rismeke cehanî“ bi fermî nas kir.

Newroz yekem roja sala hicrî-şemsî ya îranî hevgavê 1`ê Ferverdînê (21`ê Adarê), cejna destpêbûna sala nû ya îranî û yek ji cejnên herî kevnar ên Îrana kevin e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu