ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahiya serokê meclisa Îranê bi munasibeta azadbûna Mûsilê

Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê li peyamên xwe ji bo serokkomar û serokwezîrê Iraqê, azadiya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê pîrozbahî gote wan.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî li peyama xwe ji bo serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Ev serketina binirx desthata xebata dewlet, merceyê mezin ayetullah Sîstanî, mêrxasiya xelkê û hêzên Heşda Şeibî bû ku bû sebeb ewlehî û aşitiya hertimî li navçê pêk were û terorîzm û piştevanên wan yên abûrî û leşkerî rastî işkestê werin.

Larîcanî li peyama xwe bo serokkomarê Iraqê jî azadiya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê pîrozbahî gote wî û hemû gelê Iraqê û ser birêketina ewlehî û tenahiya hertimî li Iraqê û navçê sekinî.

Hêzên iraqî pêncşemiya bihurî mizgefta Nûrî li Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê girtin û Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî piştî pîrozbahiya vê serketinê ragihand ku eva bi wateya jinavçûna DAIŞ`ê li nav Mûsilê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu