ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahiya Zerîf bo sikritirê giştî yê teze yê NY

Mihemecewad Zerîf duh anku pêncşemiyê, 13`ê Cotmeha 2016`an, li peyamekê ku ji aliyê Xulamelî Xweşrû, balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY, va ji bo nivîsgeha Antonyo Gotirs sikritirê giştî yê teze yê vê saziyê ra hat şandin, bijartina wî li vê meqam û cîgehê lê pîroz kir.

Zerîf li vê peyamê amaje bi tecrube û berboriyên Gotirs di asta neteweyî û navneteweyî da kir û ew wek kesê herî hêja û xwedanmerc ji bo bidestxistina kursiya sokritiriya giştî ya NY da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê her viha li vê peyamê xwestiye ku NY li hemberî zêdegaviyê têkoşînê bike û roleke bibandor û kêrhatî li warê peydakirina rêkarên minasib û bi aştî û pêkhatî ji vîn û xwesteka gel li Yemen û Sûriyê bilîze.

Zerîf gihîştina encamê ya Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar (Joint Comprehensive Plan of Action) sebeba zêdebûna hêviyê li navçeyê da zanîn û ji Gotirs xwest ku ji bo cihanîna tam a Lihevkirina Navokî û sozdariya tam a hemî aliyên vê lihevkirinê alîkariyê bike û wê bişopîne.

Gotirs ji sala 1995`an heta sala 2000`î serokwezîrê Portegalê bû û piştî wiya bi qasî deh salan sergêriya Komîsaryaya Bilind a Penaberan a NY girtibû ustiyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu