ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahîyê ya alîkarê yekem ê serokomarê Îranê bi boneya Cejna Qurbanê

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamên cida bo hevtûşên xwe yên li welatên misilman, Cejna Qurbanê li hemî misilmanên cîhanê pîroz kir.

Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê li wan peyamana hêvî kir ku hevgirtin û yekitîya ometa islamê ji bo têkoşîna dijî şîdet, tundrêtî û peymanşikênîya serdestîxwazan, berfirekirina aştî û aramîyê û belavkirina dostî û hezkirina di navbera misilmanên cîhanê de xurt bibe.

Sibê çarşem 10`ê Zilheccê hevgavê 22`yê Tebaxê Cejna Qurbanê yek ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Başa dön tuşu