EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahîyê ya serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bo serokmeclisên çend welatan

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li peyamekê cejna kevnar a Newrozê li hevtûşên xwe li Efganistan, Tacîkistan, Tirkîye, Pakistan, Uzbekistan, Azerbaycan, Qirqîzistan û Qazaqistanê pîroz kir.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Elî Larîcanî îro li peyamên cida bo serokmeclisên welatên Efganistan, Tacîkistan, Tirkîye, Pakistan, Uzbekistan, Azerbaycan, Qirqîzistan û Qazaqistanê bi gotina vîya ku Newroz hevgavê destpêbûna hereketa xwezayê ber bi guherînê ve û têkelbûna şayî, şînbûn û geşatîyê ye, hêvî kir ku hevgavê guherîna xwezayê, sala bê tijî rehetî, pêşketin û dadmendîyê ji bo gemî gelan be.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê herwiha got ku çareserkirina pirsgirêkên niha û sekinîna li hemberî gefên li pêşber li navçê maye ser danûistandina nêzîk a hemî welatên herêmê û dîyar kir ku bê guman bihêzkirina pêvajoya gotûbêjên parlimanan dê roleke girîng li alîakrîya bo ewlehî û istiqrara navçê hebe.

Larîcanî pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê ji her cure hevkarî û rawêjkarîyê nemaze ya digel cînaran anegorî rêzgirtina dualî û bi merema bihêzkirina ewlehî, pêşketin û berfirekirina hemîalî ya aborî, sîyasî û çandî ya welatên navçê û cînar pêşwazîyê dike.

Cejna Newrozê li 12 welatên cîhanê bi awayekî fermî tê naskirin lê li Îran, Efganistan, Tacîkistan, Azerbaycan, Uzbekistan, Tirkmenistan, Qazaqistan, Qirqîzistan û Albanîyê bi navê Newrozê li rojhejmêra fermî ya wan betlaneya fermî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu