ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahîyê ya wezareta karên derve jibo hevwelatîyên mesîhî

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê salvegera jidêbûna hezretê Îsa Mesîh (S) li hevwelatîyên mesîhî pîroz kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî li peyamekê ku bi rêka kanala ragihandinê ya wezareta karên derve hat weşandinê, nivîsî: Ez salvegera jidêbûna pêxemberê rehmet û dilovanîyê, hezretê Îsa Mesîh (S) li hemî hevwelatîyên mesîhî nemaze çalakên çand û medyayê yên mesîhî yên welêt pîroz dikim.

Wî herwiha got: Civaka mesîhîyên Îranê bi sedan sal e ku bi sûdwergiritna ji fêrkarîyên rehmanî yên vî pêxemberê qedirgiran li rex hevwelatîyên misilman ên xwe û peyrevên mezheb û dînên ilahî di nav civaka Îranê da, bi aşitî, xweşî û aramîyê jîyane û hemî gelên Îrana serbilind, ji ber vê jîyana tijî şanazî, rûmet û mezinatîyê, fexr û şanaziyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu