ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbayiya serokê Komara îslamî ya Îranê bo tîma neteweyî ya guleşa azad a Îranê

Li gorî rapora IRIB Newsê, li teksta peyama pîrozbayiya Hesen Rûhanî serokê komara Îslamî ya Îranê hatiye: werzişkarên tîma neteweyî ya guleşa azad a Îranê li pêşbirkên kapa cîhanî ya 2016an a Emerîkayê bi serketin û alaya bi fexr û şanazî ya Îrana Îslamî bilind kirin.

Muhemed Guderzî wezîrê werziş û ciwanan jî li peyamekê ji hewldana ciwanên tîma neteweyî ya guleşa azad a Îranê li pêşbirkên kapa cîhanî spasî kir.

Tîma guleşa azad a Îranê roja duşemiyê li faynala 44emîn dewra kapa cîhanî ya guleşa sala 2016an li Emerîkayê 5-3 tima bihêz a Rûsiyê şikest û bo cara heftan bû qehremanê van pêşbirkan.

Eva pêncem qehremaniya li dû hev a tîma guleşa Îranê li van pêşbirkan bû .

Tîma neteweyî ya Îranê pêştir li salên 1996 a Tehranê, 2006am Saritê, 2012an Bakû, 2013an Tehran, 2014an û 2015an Losancilisê bibû qehreman û 11 caran jî bibû duwem. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu