ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozkirinê ya Zerîf bi minasibeta mîlada Hezretê Mesîh(S)

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê şemê şev li Towtterê mîlada Hezretê Mesîh(S) peyamberê aşitiyê û sala nû ya mîladî li hemû gelên cîhanê pîroz kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê şemê şev li Towtterê mîlada Hezretê Mesîh(S) peyamberê aşitiyê û sala nû ya mîladî li hemû gelên cîhanê pîroz kir û nivîsî: Melayketan gotine Meryemê ku Xwedê bi Kelama xwe mizgîniyê dide te ku navê wî Îsa kurê Meryemê ye ku li dinê û axiretê romet û şerefê dide û ji evdên nêzîkî dergeha Xwedê teala ye. Sûreta Alê Umran ayeta 45.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li dewama nivîsara xwe ragihand ku bo hemûyan li eyda mîlada Mesîh şahî û aşitiyê hêvî dikim û hêvî dikim li sala nû ya mîladî hemû peyama cîhanî ya aşitiya Hezretê Mesîh(s) qebûl bikin.

25 Kanûna sala 2017 salroja mîlada Hezretê Îsa(s) ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu