ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Peyama rêberê giranqedir derheqê Nimêjê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê li peyamekê jibo 25`emîn civîna seranserî ya Nimêjê, bal kişand ser berpirsîya giştî li warê nimêjê û pêkutî kir ku divê em bi vîyan û hewldanê nimêjê li asta wê ya hêja, nas bikin û bidin nasandinê û karê xwe jî anegorî wê bilind bikin.

Li peyama hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ku vê sibê ji alîyê hucet ul islam Hisêynî-hemedanî nunerê rêberê giranqedir li parêzgeha Elborzê û pêşnimêjê nivêja înîyê ya Kerecê va hat xwendin, hatîye: Nimêj derîyekê vekirî li ber her kesê ometê ye ku meriv dikare bi wê bikeve rêya rast û ber rehmeta Xwedê û jîyana xwe bixe rêya durist û tijî xêr û bereket.

Li dewama peyama rêberê giranqedir ê Inqilabê hatîye ku silametîya meinewî ya her kesî maye ser nimêjkirinê û jîyana pak a her civakekê jî tenê bi binêjkirina endamên wê civakê dabîn dibe.

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî herwiha got: Pêkutîya li ser nimêjkirinê li li kitêb û sunetê, bilî vîya ku derîyê rehmetê ser mirov û civaka misilman vekirî bimîne, armanceke din tineye.

Di dewama vê peyamê da hatîye: Berpirs, alimên dinî û erkdarên teblîx û fêrkirina olê û her kes û qatên gel, şirîkê berpirsîya cihanîna nimêjê ne.

25`emîn civîna seranserî ya Nimêjê vê sibê bi amadebûna wezîrê çand û irşada islamî ya Îranê, pêşnimêjê nivêja înîyê yên parêzgehên welêt, malbatên şehîdan, fermandarên serbazî û ewlehîyê bi durişma “ nimêj û kêmkirina zîyanên civakî“ li navenda perwerdeya bilind a Îmam Xumêynî (RE) a Mihemedşehra Kerecê li parêzgeha Elborzê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu