ÎranNûçeRojhilatanavinSêwiranVîdyo

Peyama Rêberê giranqedir ê Cihanê bi boneya koça dawîyê ya Ayetulah Haşimî Refsencanî

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamîya Îranê bi peyamekê ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî, sersaxî da.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha parastin û weşandina berhemên hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, peyama rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî bi vî awayî ye

بسم‌الله الرحمن الرحیم

انّا لله و انّا الیه راجعون

Heyf û mixabin min xebera koça dawîn a nişkêve ya dostê dêrîn, hevçeper û hevrêyê dewrana tevgera islamî, hevkarê nêzîk ê bi salan di serdema komara islamî da, birêz hucet ul islam şêx Ekberê Haşimî-refsencanî wergirt.

Nebûna hevçeper û hevrêyê ku rabhorîya hevkarî û destpêka hevdilîya ligel wî digihêje 59 salan, dijwar û giran e.

Çi dijwarî û rojên teng di vê heyamê da ser me de derbas bûn û çiqas hevfikrî û hevdilîyên bi salan bûn sebeb ku em di rêyeke hevpar da hewl bidin, dijwarîyan tamul bikin û xwe bidin ber xeteran.

Zîrekatî û semîmyeta bêhempa ya wî di wan salan da, palpişteke qehîm û bawerpêkirî jibo hemî hevkarên wî nemaze jibo min tê hesêb.

Newekhevbûna nêrînan û têgiheştinên cida ji hikmên şerî di hin demên vê dewrana dirêj da tu wexta nekarîn dostanîya ku destpêka wê li Kerbelaya pîroz bû tam têk bibin û wesweseya şeytanên ku di van salên dawîyê da bi giranî û bi awayekî cidî bi dû sûdwergirtina ji van ferq û cidatîyên nêrînê bûn, nekarîn hub û dilovanîya şexsî ya kûr a wî li bara min sist bikin.

Ew mînakek kêmmînak ji nifşa yekem a têkoşerên li dijî sitemkarîya şah û yek ji êşkişandîyên vê rêya tijî xeter û şanazî bû. Berxwedana bi salan di hepsan da û tamulkirina işkenceyên Savakê, berpirsîyên giran di serdema berevanîya pîroz da û serokatîya meclisa şêwra islamî û meclisa şarezayên rêvebirîyê û hwd, rûpelên geş û zêrîn ên jîyana tijî evrazî û nişîvî ya vî kevnetêkoşerî ne.

Bi nebûna Haşimî ez tu kesayetîyekî din nas nakim ku min tecrubeyeke hevpar û evqasî demdirêj bi wî ra li evrazî û nişîvîyên vê dewrana dîroksaz hebe. Niha ev kevnetêkoşera bi karnameyeke tijî hewldan û karên curbicur li dergeha dîwana ilahî ye û eva qedera me hemî berpirsên Komara Islamî ye.

Ez bi dil û can ji Xwedê teala rehmetê jibo wî dixwazim û sersaxîyê didim hevsera hefad, zarok û bira û kesên wî yên din.

غفرالله لنا و له

Seyîd Elî Xamineyî

19`ê Dêymeha sala 1395`ê (8`ê Çileya 2017`ê) (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu