Mirovê HejaNûçeRojhilatanavinSêwiranSeyyid Îmam Eli XamaneîVîdyo

Peyama Rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî ya Îran ji bo Heciyan…… بسم‌الله‌الرّحمن‌الرّحیم….

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê li peyamekê bi boneya merasima hecê got: Dema Hecê ji bo misilmanan dema şanazî û kobariya li ber çevê gelan û dema ronahiya dil û tirsa ji xwedê û xeşîmbûna li pêşberî xaliq e.

Peyama rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê bi boneya merasima hecê bi vî awayî ye:

بسم‌الله‌الرّحمن‌الرّحیم

و الحمد لله ربّ العالمین، و الصّلاة و السّلام علی سیّد الخلق اجمعین محمّد و آله الطّاهرین و صحبه المنتجبین و علی التّابعین لهم باحسان الی یوم الدّین.

Bira û xwîşkên misilman li seranserî cîhanê:

Dema Hecê ji bo misilmanan dema şanazî û kobariya li ber çevê gelan û dema ronahiya dil û tirsa ji xwedê û xeşîmbûna li pêşberî xaliq e.Hec ferîzeyeke melekûtî û dunyayî û xwedayî û gelanî ye .Ji alîkî va fermana  «فَاذکُرُوا اللّهَ کَذِکرِکُم ءابآءَکُم اَو اَشَدَّ ذِکرًا» û «وَ اذکُرُوا اللّهَ فی اَیّامٍ مَعدوداتٍ» û li aliyekî din jî xitaba «اَلَّذی جَعَلناهُ لِلنّاسِ سَوآءَنِ العاکِفُ فیهِ وَالباد» wateya wê ya bêbin û cûr bi cûr eşkere û ronî dike.

Li vê ferîzeya bêmînak, ewlehiya ji hêla dem û ciyê va wek nîşaneyên eşkere û steyrên teyîsî dilê însanan ronî û hêsa dike û heciyan ji mehsereya bêewlehîtîyê ku ji hêla sitemkar û hêzxurtan va her dem mirov tehdîd kiriye,  derdixîne û lezeta ewlehiyê di dewraneke kifş da didê.

Heca îbrahîmî ku îslamê xelat daye misilmanan ,nîşaneya serbilindî, meinewiyet û tifaq û kubarî û mezinatiya ometa îslamî ye û dilgermiya wan li qudreta bêbin a Xwedê dixe ber çevê çavnebaran û dijminan û dûrbûna wan ji hezekên fisadî û heqaretê û desthilatdariya ku hêzxurt  û quldirên navneteweyî dixwazin ser  wan da bisepînin  berbiçav dike. Heca îslamî û xwedayî nîşana «اَشِدّآءُ عَلَى الکُفّارِ رُحَمآءُ بَینَهُم» e û ciyê xwedûrkirina ji muşrikan û pêkanîna tifaq û biratiya tev îmandaran e.

Ewên ku erzişa hecê daxistine û kirine wek sefereke ziyaretî û ger û seyranê û dijminatî û kîneya xwe ya li dij misilmanan û netewê îmandar û înqilabî yê Îranê  li bin navê siyasîkirina Hecê vedişêrin, şeytanên biçûk in ku ji ber ketina ber xeterê ya berjewendiyên şeytanê mezin Amerîkayê ditirsin, diricifin. Hikimdarên siûdî ku îsal riya Xwedê û riya Mescid –Ul –Heramê ser heciyên mêrxas û îmandar ên Îranê da girêdane, xalifiyên rûreş in ku bona mayîna xwe li ser textê iqtidarê ji  hêzxurt û zorbêjên zalim berevanîyê dikin û bi sîyonîsm û Amerîkayê ra dibin hevpeyman û jibo dabînkirina daxwazên wan hewl didin û di vê riyê da her xiyaneta ku ji destê wan tê dikin.

Nika salek ser bûyera bitirs a Mênayê ra derbas dibe, bûyera ku ji ber wê çend hezar kes ji heciyan di roja cejna Qurbanê da li nav kincên hecîtiyê û bi zimanê tî li ber tavê bi awayekî mezlûmane can dan û berî wê jî hinek li Mescid-Ul-Heramê çaxê li halê nimêjkirin û îbadetê bûn hatin kuştin û li halê tewafê di nav xwûnê da man. Hikimdarên siûdî li her du bûyeran jî qusûriya wan heye ,eva tiştek e ku hemî kesên ku hazir bûn û dîtibûn û çavdêr û bispor dizanin û piştrast dikin û hinek kes jî dibêjin ku bi ihitimala zêde biqesd bûye, Ji her kesî ra eşkere ye ku dewleta siûdî li xelaskirina canê ewên ku nîvcanî û bi zimanê tî û îbadetkirî di roja eyda Qurbanê da ketibûn erdê sistî û qusûrî kiriye. Berpirsên dilkevir û cinayetkar ên siûdî ew avîtin li nav kantînêrên tijî ji heciyên candayî û ew hews kirin û ciyê ku wan derman bikin û avê bidin wan ,ew şehîd kirin.

Çend hezar malbatan ji welatên cûr bi cûr ezîzên xwe ji dest dan û netewên wan dilkul û daxdar bûn, ji Komara Islamî ya Îranê jî nêzîkî 500 kesî şehîd bûn ,dilê malbatên wan hela hê jî birîn û bidax e û miletê me hela hê jî xemgîn û bi hêrs e ,lê hikimdarên siûdî ciyê ku daxweza lêbuhurînê bikin û yên berpirsê vê bûyerê têxin ber lêpirsîn û teqîbatê û bêjin em poşman in, bi bêşermî û rûreşiyê heta xwe ji pêkanîna taximeke pêderxistina rastiyan a navnetweyî ya islamî jî vedizîn, ciyê ku xwe tawanbar bizane, hela xwe hakim û bêsûc dizanin û dijminatiya xwe  ya mêjûyî li hemberî Komara Islamî ya Îranê û li hemberî her alaya daliqandî ya islamê ya li hemberî hêzxurt û kafiran bi serhişkî û rezaleteke zêdetir nîşa didin, dezgehên wan ên propagandê ji siyasetvanên wan ên ku reftara wan li hemberî siyonîstan û Amerîkayê sedema şerm û serşuriyê jibo cehana islamê ye bigire heta miftiyên wan xweranegir û heramxur ku eşkere berovajî kitab û suneta îlahî fetwayê didin û berdestên wan ên xwedêgiravî rojnamevan ku wîjdana xwe dixin bin lingê xwe û derewan dikin, bêçine hewl didin wisa bidin xûyanê ku Komara Islamî ya Îranê tawanbar e ku nehîştiye hecî îsal herin ziyareta mala Xwedê.

Hikimdarên şerûd û fitnekar ku pê çêkirina grûpên tekfîrî û şerûd cihana îslamê xistine nav şerên hundurî û pê kuştina bêgunehan li Yemen, Iraq, Şam û Lîbîyê û welatên din ên misilman kirine gola xwînê,siyasetbazên ji xwedê bêxeber ku destê dostiyê dane Rêjîma Siyonîst û çevên xwe ser derd û kulên filistîniyan da girêdane û  zulm û cinayeta xwe hetanî gund û bajarên Yemenê jî berfire kirine, hikimdarên bêdîn û bêwîjdan ku bûyera Mênayê pêk anîn û ser navê xizmetkarên Heremeynê Şerîfeynê, warê êmin ê îlahî di roja Eyda Qurbanê li besta Mênayê da işkandin û mêvanên Xwedê di vê rojê da li Mênayê û berî wê li Mescid ul Heramê kirin qurbanî,nika îja behsa siyasînekirina hecê dikin û kesên din derheq gunehên mezin ku xwe kirine an bûne sedema wan, tawanbar dikin.Ew, nîşana tam a vê gotona Quranê ne:وَ اِذا تَوَلّىٰ سَعىٰ  فِی الاَرضِ لِیُفسِدَ فیها وَ یُهلِکَ الحَرثَ وَ النَّسلَ وَ اللّهُ لا یُحِبُّ الفَساد * وَ اِذا قیلَ لَهُ اتَّقِ اللّهَ اَخَذَتهُ العِزَّةُ بِالاِثمِ فَحَسبُه‌و جَهَنَّمُ وَ لَبِئسَ المِهاد»

Îsal jî li gorî raportan ,xêncî girêdan rê li ber heciyê îranî û yên hinek ji welatên din ,heciyên welatên din xistine bin kontrola dezgehên sîxoriya Amerîkayê û Rêjîma Siyonîst û mala ewleh a îlahî ji hemûyan ra neêmin kirine.

Cihana îslamê ji dewletan bigire hetanî neteweyên misilman divê hikimdarên siûdî binasin û rastiya bêhurmetbûn,bêîmanî û  kirêgirtîbûna wan fam bikin û ji ber cinayetên ku li cîhana îslamê kirine, divê pêsîra wan bernedin û ji ber zulma ku wan li mêvanên Xwedayê rehman kirine divê fikrekî bingehîn û baş ji bo îdarekirina her du cî û warên pîroz bikin, qusûriya di vî warî da yê pêşeroja neteweyên misilman tûşî pirsgirîkên mezin bike.

Xwîşk û birayên misilman, îsal ciyê heciyên îranî li rê û risma hecê vala ye, lê ew bi dilê xwe li cem we û li kêleka we ne û dilgiranê halê we ne û dua dikin ku taxût nikarbin derbeyekê li we xînin, li dua û dîlekan, xwîşk û birayên xwe yên îranî ji bîr nekin û jibo dûrketina belayan ji civatên îslamî û kurtbûna destê hêzxurtan û siyûnîstan û qumaşdarên wan ji ser serê ometa îslamî dua bikin.

Ez şehîdên Mênayê û Mescidu-El-Heramê li sala buhurî û şehîdên Mekê yên sala 1366`ê bi bîr tînim, rêzê li wan digirim û ji Xwedayê mezin û dilovan ji  bo wan rehmetê dixwezim û bi silava li hezretê Beqîyetullah (ruhê min qurbana wî be) ji wî dixwezim ku jibo pêşketin û serfirazîya ometa islamê û xilasbûna misilmanan ji fitne û belaya dijminan dua bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu