IraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomar Dr. Berhem Salih Serdana parêzgeha Helebçeyê kir

Serokkomarê Iraqê û cîgirê serokê hikûmeta Herêmê Serdana parêzgeha Helebçeyê kirin.

Îro roja yekşemê 28-10-2018`an, serokkomarê Iraqa Dr. Berhem Salih ligel cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana parêzgeha Helebçeya şehîd kirin û gulbaxek ji gulan li ser mezarên pakrewanan dînan.

Dema ku serokkomar Dr. Berhem Salih û cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gihîştin Helebçe, ji aliyê parêzgarê Helebçe Azad Tofîq ve bi germî hate pêşwazîkirin.Di wê pêşwaziyê de, parêzgarê Helebçe Azad Tofîq daxwaza serkevtin û serfiraziyê ji erkê nû yê serokkomar xwest ku li ser rêbaza Mam Celal berdewam bin û xwedî li erkê xwe derkevin.

Di wê serdanê de, piştî ku serdana menomenta pakrewanên Helebçeyê kir, serdana goristanên pakrewanan jî kir û gulbaxek li ser mezarê pakrewanan dîna û piştre jî, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih derbarê stem û nerihetiyên ku bi serê Helebçe û Helebçeyiyan hatiye di kongireyeke rojnamvaniyê de ragihand: Helebçe rastiya êş û azarê tevahiya gelê kurd û Êraqiya ye.

Serokkomar di dirêjahiya axivtinên xwe de, aşkire kir; Helebçe nîşana stemlêkirin û şehîdbûnê ye, lê serbarî wê jî, Helebçe, wê bibe nîşana avakirin û xwedîlêderketin û vejandina pêkve jiyan û aştî `ya civakî.

Hêjayî gotinê ye ku vê sibê jêdereke ji Ragihandina Serokkomariyê, di heyama dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Serokkomarê Êraqa federal Dr. Berhem Ehmed Salih û cîgirê serokê hikûmetam Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, wê îro roja yekşemê 28-10-2018`an, serdana parêzgeha Helebçeyê bikin û dê ligel parêzgar ê Azad Tofîq û hinek berpirsyarên Yekîneyên Rêvebir bicivin.

Başa dön tuşu