Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li peyamekê bi muansibeta Heftiya Berevaniya Pîroz û roja rêzgirtina ji şehîd û xwegoriyan, serketina îro ya gelê Îranê deyndarê wêrekî û camêriya van delalan da zanîn.
Hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê gianqedr ê Inqilaba Îslamî roja pênşemiyê li vê peyamê tevî rêzgirtina ji Heftiya Berevaniya Pîroz û rêzgirtina ji şehîd û xwegoriyên vê qadê destnîşan kir: Silavê Xwedê li şehîdan ku jiyan û mirina wan bûye sedema geşatiya civaka Îslamî.
Li vê peyamê ku hevgavê mersima gulbaran û gulavreşandina tirbên şehîdan li seranserî Îranê hat xwendinê, hatiye: Şukur û spaisya Xwedê ku li serdema me wate û naveroka bilind û binirx a şehadetê nimand û dilên paqij û ronî kirine evîndara wê.
Hezretê ayetullah Xamineyî li vê peyamê bal kişand ser vê yekê ku şehîd û îsarkerên dewrana Berevaniya Pîroz niha jiyana xelkê Îranê bi menewiyeta xwe ronî kirine û got Çav û dilên hişyar û agehdar ji vê manewiyetê behreyê werdigrin û zexîrey menewî ku rih û canê meşa ber bi medeniyeta nûjen a Îslamî ye roj bi rojê zêde dibe û jiyanê geş dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)