NûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst êrişî balafirgeha Şamê kirin

Mêdyayên sûrî ragihandin ku balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst şeva buhurî êrişî balafirgeha navnetewî ya Şamê kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), Hêza Dijî Êrişên Hewayî ya Artêşa Sûrîyê pêşî li êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ser balafirgeha navnetewî ya Şamê girtin.

Li gorî vê raporê, di encama vê êrişê da tenê xisar li avahîyeke nivîşkan ketîye.

Çavkanîyekî haydar li Wezareta Tranzîta Sûrîyê jî ji Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê re got ku tevî êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst, geştên esmanî li balafirgeha navnetewî ya Şamê berdewam in û hîç alozîyek di karên wê da pêk nehatîye.

Başa dön tuşu