Peyama rêberê qedirgiran ê Cihana Îslâmi bi boneya sala nû
Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê inqilaba islamî ya Îranê li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1396`ê, sala nû, sala “ aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn-karkirinê“ binav kir.
Peyama rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê bi vî awayî ye:
سماللهالرّحمنالرّحیمیا مقلّب القلوب و الابصار، یا مدبّر اللّیل و النّهار، یا محوّل الحول و الاحوال، حوّل حالنا الی احسن الحال.اَللّهُمَّ صَلِّ عَلی فاطِمَةَ وَ اَبیها وَ بَعلِها وَ بَنیها.
Salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra(S), sidîqeya kobra û herwiha cejna Newrozê li we gişk hevwelatîyên ezîz pîroz dikim.
Hevwelatîyên ezîz, gelê mezin ê Îranê, ciwanên hêja, çîn û qatên curbicur ên gel, cejna we pîroz be bi taybet pîrozbahîyê dibêjim jibo binemalên ezîz ên şehîd, canbaz û fidakaran. Ez vê cejnê herwiha li hemî gelên ku Newrozê pîroz dikin û rêzê lê digirin, pîroz dikim.
Sipas jibo Xwedayê mezin ku carek din derfet da ku cejna Newrozê li we gelê ezîz ê Îranê pîroz bikim.
Hêvî dikim saleke zef baş, pîroz, bimbarek û bibereket û tijî tenahî li ber gelê Îranê be.
Sala 1396`ê bi hezkirina Xwedê saleke xweş jibo hemî gelên Îranê û hemî misilmanên cîhanê be. Hêvî dikim hemî îranîyên ezîz bi hezkirina Xwedê di vê salê da ku ji niha va destpê dibe bikevin ber rehmet û kerema ilahî.
Heke em bixwazin sala buhurî binirxînin, divê bêjim ku sala 1395`ê wek hemî salên din hilgirê şayî û xeman, talatî û şîrînatîyan bû, mebesta min şîrînatî û talatî jibo gel e, mebesta min mijara şexsê min xwe nine.
Di sala buhurî da şîrînatî û şayî hebûn ku dizvirin rûmeta netewî, ewlehîya netewî, hewldana ciwanane di nava gelê Îranê da û hereketên bawermendane yên yên berfire li her dera welêt, him jî talatî hebûn ku pirranî têkildarî meseleyên aborî û civakî ne ku ez ê amajeyî ser wan bikim. Rûmeta Îranê û gelê me yê ezîz di sala 1395`ê li seranserî vê salê da kifş û berbiçav bû. Dijminên me li her dera dinyayê li bara iqtidar û mezinatîya gelê Îranê li xwe mukur hatin. Pênaseya gelê Îranê li hemî meseleyên vê salê da xwe nîşan da. Pişkdarîya pirrcoş û li gorî xîretê ya gelê Îranê li meşa roja 22`yê Behmenê bersivek li hemberî bêrêzîya serokomarê Amerîkayê li Komara Islamî ya Îranê bû û kombûna gelê Îranê di roja Qudsê da nîşana pênase û armancên bilind ên gelê Îranê bû. Ewlehîya welêt di vê rewş û atmosfera aloz a navçê heta li asta navnetewî, pîvaneke zef mezin û girîng jibo gelê Îranê bû. Cînarên Îranê û welatên navçê tûşî bêewlehîtîyê bûne, ji rojhilata welêt û başûra rojhiata welêt heta bakûra rojavaya welêt, di nava bêewlehîtîyê da ne lê, şukra Xwedê gelê Îranê seranserî salê di nava ewlehîya mayinde da derbas kir.
Hewldan, vîyan û xîreta ciwanane ku min amajeyî ser kir, hasila dîtin û haydarbûna ji çalakîyên pirrcoş û xuliqkarane yên zanistî, çandî, berhemanîn û werzişî yên bi hezaran komên ciwan li seranserî Îranê ye ku kar û xuliqkarîyên nû raber dikin û jibo pêşeroja welêt zimhêr dikin. Mebesta min ji hereketêln bawermendane, civînên dînî yên pirrcoş, germ û balkêş in ku di seranserê salê da hatin lidarxistinê, yên têkildarî meseleyên girîng ên dînî, êitikaf, ibadet, meha Remzanê, peyaçûna jibo pişkdarîya li çilê îmam Husên(S) û civînên girîng ên Aşûrayê û dehika Muheremê, evana xalên erênî û kêfxweşkir jibo gel û welatê me ne. Talatî û dijwarî pirranî têkildarî pirsgirêkên aborîyê û debara jîyanê ne. Çîn û qatên navînast û hejar di seranserê salê da pêrgî wan pirsgirêkan bûn û hela jî bi wan re rûbirû ne, haya min ji rewşa gel heye, lewma ez bi hemî hebûna xwe hesta vê talatîyê dikim, nemaze talatîya rewşa qatên hejar û lawaz ên civakê ku têkildarî meseleyên aborî û pirsgirêkên aborîyê ye, yên wek giranbûna kelûpelan, bêkarî û zîyanên civakî ku ew jî pirranî çavkanîya wan aborî ye, babetên wek cihêkarî û neberanberî. Em hemî berpirs in, divê em hemî li dergehê Xwedê teala, him jî li pêşberî gel bersivê bidin. Min di sala 1395`ê da ku sala “ pêngavrakirin û karkirinê“ bû ji berpirsên birêz ên welêt xwest ku navendekî di vî warî da pêk bînin ku pêk anîn, xweşbextane karên baş jî hatin kirin lê di navbera karên hanê û çaverêtîya gel û min da navbereke dirêj heye. Ez ê li axavtinê şirove bikim û bêjim ku hin pîvan û amarên ku rayedar raber dikin, amarên erênî hene, hinek j iwan jî ku berpirs hilêdixin, nerênî ne, divê evana li rex hev bên dîtinê. Aborîya ser bingeha berxwedanê kombabetek e ku heke ew tenê di bin navê aborîya ser bingeha berxwedanê da bê berçavgirtinê, mimkin e ku ewqasî kêrhatî nebe. Ez vê yekê rêçare dibînim ku vê kombabetê ser xalên girîng parve bikin û jibo her xaleke kilîdî û girîng jî demsalek, qonaxekê kifş bikin û em ji berpirsan û kesên berbiçav û gel bixwazin ku bala hemî hewla xwe bidin ser wan xalên kilîdî. Li gorî nêrîna min, çare eva ye ku em îsal xalên kilîdî durist û baş nas bikin. Li gorî bawerîya min xala kilîdî, berhemanîn, berhemanîna navnxweyî, pêkanîna derfetên karkirinê piranî jî jibo ciwanan digire ber xwe, evana xalên kilîdî yên sereke ne. Heke em bikaribin bala xwe bidin ser van du babetana û karûbaran ser bingeha van rêz bikin û darêjin, ez fikir dikim kar yê di asteke zêde da li pêş bikevin û serketinên berbiçav hasil bibin. Ez ê li axavtinê bi hezkirina Xwedê taybetmendîyên têkildarî van du xalên kilîdî û bingehîn rave bikim, lewma ez “ aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn-derfetên karkirinê“ wekî durişma îsal kifş dikim, yanî aborîya ser bingeha berxwedanê navê giştî ye û paşê berhemanîn û derfetên karkirinê, evana ew xalana ne ku divê her kes bala xwe bidê.
Daxwaza min û daxwaza gel ji berpirsên ezîz û birûmet eva ku bala xwe bidin ser van du babetana û kar û bar li gorî plandarêjîyê bin û bi hezkirina Xwedê di dawîya salê da bikaribin encamên wê bi raporekê raberî gel bikin. Ez hêvî dikim ku hûn hemî di bin kerema hezretê Beqîyetulah (rihên me fidayê wî bin) û bi daya rihên pak ên şehîdan û îmamê qedirgiran (îmam Xumêynî RE) we saleke xweş, dileke şaligel ewlehî û tenahîyê hebe.
والسّلام علیکم و رحمةالله و برکاته