Serokê Komara Îslamî ya Îranê, vê sibê li peyamekê bo lîstikvanên tîma neteweyî ya fûtbola Îranê destnîşan kir ku we ku ji bo cihhatina xwezîkên gelekî mezin têkoşan kir, wekî şanaziya gelekî ne ku navê wî bi qehremanî û lehengiyê hatiye danîn û qedrê fîdakariya werzişkarên xwe dizane.
Li gorî rapora IRNA`yê, li vê peyamê , Hesen Rûhanî destnîşan kir: Silav û sipasê xwedê li we ciwanên bi xîret û camêr ên Îranê ku bi viyan, hişemndî û leyîzên xwe yên geş li pêşbirkên kapa cîhanî ya 2018`an a Rûsiyê, berûlayekî din ji neteweke yekperçe, hêvîdar û têkoşer nîşanî cîhanî da.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê li dawîn pêşbirka wxe li qonaxa komî ya kapa cîhanî ya Rûsiyê ji siet 22:30 duşemiyê li gor dema Têhranê, li bajarê Saranskê bi tîma Purteqalê re leyîst û bû yek yek.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê bi vê encamê, çar puen bi dest xistin û de yenî hêjatiya wxe, nekarî derbasî qonaxa din bibe.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê li kapa cîhanî ya 2018`an a Rûsiyê li koma B bi Spanya, Purteqal û Meqribê bibû hevkom.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê îniyê 15 Hezîranê li yekim pêşbirka xwe li kapa cîhanî ya Rûsiyê karî ku Meqrib bi encama 1-0 işkest bide.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê li duwem pêşbirka xwe tevî hêjatiya li hember Spanyayê, tîma herî baş a cîhanê, bi encama 1-0 işkest xwar.
Li koma B, tîmên neteweyî yên fûtbola Spanyayê û Puteqal bi 5 puenan, derketin pila ewil û duwem û tîma Komara Îslamî ya Îranê bi 4 puenan derket pila sisyan. Meqrib jî bi puenekê derket pila çaran.
Bi vî awayî, Spanya û Purtqal ji vê komê, derbasî qonaxa yek heşta faynalê ya kapa cîhanî ya Rûsiyê bûn.