ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama Rûhanî ya bi minasebeta Cejna Remezanê

Serokê Komara Islamîya Îranê, destpêbûna meha Şewalê û cejna bimbarek a Remezanê li gelê Îranê pîroz kir.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamîya Îranê şeva buhurî li peyamekê bi minasebeta destpêbûna meha Şewalê û pîrozbahîya cejna bimbarek a Fitrê bo gelê Îranê, hêvî kir, di vê bihara meinewîyetê da bi saya fêrkarîyên nûranî û insansaz ên dînê islamê, peywendîya di navbera misilmanan da ser bingeha nirxên exlaqî, navînrêtî û maqûlbûnê bihêz û qahîm bibe.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomartîya Îranê, Rûhanî di vê peyamê da hêvî kirîye ku taet û ibadetên gelê Îranê bên qebûlkirinê û pêkutî kir ku cejna Fitrê, cejna efûkirin û rehmetê û dema pişkivîna kulîlkên hêvî, ixlas û îmanê di dil û canê wan mirovan da ye ku bi nêzîkkirina xwe li dergehê Xwedê, gemarîyên dilê xwe paqij kirin û ji kanîya zelal a kerema ilahî sûdmend bûn.

Di vê peyama serokomarê Îranê da hatîye: Di meha Xwedê da, gelê xwedêhez bilî ibadet û rojîgirtinê, careka din bi pişkdarîya hemasî li merasima roja cehanî ya qudsê, tifaqa netewî û têgiheştina xwe ya berpirsane di warê berevanîyaq ji mezlûman û hişyarîya li hemberî planên birêxistina bêtifaqîyê û gurrkirina êgir li navçê, nîşanî xelkên dinyayê da.

Rûhanî di vê peyama xwe da bi minasebeta destpêbûna meha Şewalê, ji Xwedê teala jibo gelê Îranê serbilindî, rûmet û dewama serketinê li meydanên navxweyî û navnetewî xwest û pêkutî kir ku bi saya hevgirtin û yêketîya netewî yê dîsan pêngavên bilind jibo serfirazî û bextewerîya gelê Îranê bên rakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu