ÎranIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Peyama serokomarê Îranê bi minasibeta şehîdbûna ziyaretkirên Huseynî li Iraqê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji ber şehîdbûna ziyaretkirên Huseynî li Iraqê ragihand: Kiryara hovane û bi dilreqî ya terorîstan li bajarê Hilleya Iraqê û şehîdbûna gelek ji ziyaretkirên Huseynî nîşana belengazî û rûreşiya terorîstên dilreş e .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li peyamekê de kiryara cinayetkarane ya terorîstan ku duh di encama teqandina bombeyê de li bajarê Hillê navenda parêzgeha Babila Iraqê bi dehan ziyaretkirên Huseynî şehîd kirin, şermezar kir û desnîşan kir: Birêketina bi girseyî û bi coş a hemeseya Erbeyîna Huseynî, qismeke dildayî evîndariya netewê Aşûrayî derheq Îmam Huseyn (S) bû ku terorîstên dilreş û dilreq nekarîn wê tamul bikin, vêca wan destavêtina vê cinayeta dirindane.

Li peyama serokê Komara Îslamî ya Îranê hatiye îlankirin ku operasiyona terorîstî ya li bajarê Hillê navenda parêzgeha Babila Iraqê bi dehan ziyaretkirên Huseynî şehîd bûn ku gelek ji wan îranî bûn, vê bûyera terorîstî dilê misilmanên cîhanê ji wan dilê şîeyên cîhanê êşand û birîndar kir.

Ruhanî herwiha li peyama xwe de ji dewleta Iraqê xwestiye ku bi cidî li dij sebebkarên vê cinayetê bixebite û li vî halî de ragihand ku dewleta Îranê amade ye bona şopandina rewşa gorî û ziyandîtiyên vê bûyerê û rêkûpêkkirina karûbarên derheq vê yekê bi dewlet Iraqê re hevkariyê bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha diyar kiriye ku dewleta Îranê ji bo şerê giştalî li dij terorîstan û mirovên tundrew biryara cidî daye û bi van zûtiyan cîhan jî wê bi çavên xwe serkevtina mezin a Netewê Iraqê li hemberî grûpên terorîst û piştgirên wan bibîne .

Ruhanî Li peyama xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndarên bûyerê jî şefaya lezgîn û tendirustî xwestiye.

Di encamama teqîna makîneke bombekirî li benzînxaneyeke devera El-Şûmelî ya bajarê Hillê navenda parêzgeha Babilê li başûra Bexdayê 80 kes şehîd bûn ku 40 kes ji wan ziyaretkirên îranî ne û zêde ji 20 kes jî birîndar bûne.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsatiya vê êrişa kişandiye sikura xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu