AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama serokomarê Îranê raberî serokomarê Tirkmenistanê hat kirin

Berpirsê nivîsgeha serokê Komara Islamî ya Îranê dema seredana bo welatê Tirkmenistanê, peyama nivîskî ya Hesen Rûhanî raberî serokomarê Tirkmenistanê kir.

Mehmûd Waêzî berpirsê nivîsgeha serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li rûpela xwe ya Intistagramê nivîsî: Li Tirkmenistanê bi Qurbanqulî Berdî Mihemedov serokomarê vî welatî re hevdîtin û gotûbêj pêk hat û peyama nivîskî ya serokomarê Îranê raberî wî hat kirin.

Waêzî herwiha got: Di vê hevdîtinê de, min ji ber helwestên avakir û kêrhatî yên Tirkmenistanê yên derbarê peywendîyên dualî û herêmî sipasîya serokomarê Tirkmenistanê kir û pêgirî hat kirin ku Komara Islamî ya Îranê qahîmkirin û kûrkirina peywendîyên digel cînaran nemaze yên digel Tirkmenistanê xistîye rêza sîyasetên xwe yên istiratêjîk.

Qurbanqulî Berdî Mihemedov serokomarê Tirkmenistanê jî di hevdîtina digel Waêzî de pêgirî li ser berfirekirina peywendîyên giştalî ji wan peywendîyên aborî yên Îran û Tirkmenistanê kir û got: Tirkmenistan ji destpêka serxwebûnê ve, hertim ji piştgirîyên Îranê sûdmend bûye.

Mehmûd Waêzî berpirsê nivîsgeha serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî digel desteyeke sîyasî û aborî gihîşt Êşqabad paytexta Tirkmenistanê.

Başa dön tuşu