EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama sersaxiyê ya serokomarê Îranê bo serokwezîrê Îtalyayê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê ji bo serokwezîrê Îtalyayê ji ber mirina hejmarek ji gelê vî welatî ji ber bûyera erdhejê serxweşî da wî.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiyê, Hesen Rûhanî serokomarê Îranê roja pêncşemiyê li peyama xwe ya serxweşiyê ji bo Matêo Rêntzî serokwezîrê Îtalyayê, hevderdiya gel û dewleta Îranê li dewlet, gel û bi taybet malbatên goriyên bûyera erdheja vê dawiyê diyar kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li vê peyamê destnîşan kir: Li van dem û kêliyên dijwar, wê dewlet û gelê Îranê wek berê li kêleka gelê dost ê Îtalyayê bimîne.

Heta niha 247 kesan ji ber erdheja 6.2 rîştiriya roja çarşemiyê li deverên navendî yên Îtalyayê jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên Îtalyayê hişiyariyê didin ku hela jî hejmareke nediyar a xelkê di bin kavilan da ne û renge hejmara kuştiyên vê bûyerê zêde bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu