Serokomarê Nîkaragûê Duşemiyê bi şev ji ber şehîdbûna komeka kedkarên Hêza hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li bûyera hewayî li parêzgeha Elborza Îranê, sersaxî da Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî û Serokomarê Îranê.
Li gorî rapora IRNAyê, daniyêl Ortêga li vê peyamê tevî diyarkirina hevxemiya xwe tev gelê Îranê, ji Xwedayê teala hêviya sebr û hedarê ji bop malbatên goriyan kir.
Firokeyeka barhilgir a Boing a 707 ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê sibeha roja Duşemiyê dema daketina li firokexaneya Fethê li parêzgeha Elborzê li rojavaya parêzgeha Têhranê ji Bandê derket û piştî lêketina li avahiyên bajaroka nêzikî firokexaneyê agir pê ket.
Li vê bûyera diltezîn 15 kes ji personelên xizmetkar ên Hêza hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê şehîd bûn.