IraqNûçeRojhilatanavin

Dr. Berhem pêşwazî li Dr. Fuad Masûm kir

Serokkomarê niha Dr. Berhem pêşwazî li serokkomarê berê Dr. Fuad Masûm kir.

Duh roja yekşemê 6-1-2019`an, li bajarê Bexdadê, di Koşka Selamê ya serokkomartiya Êraqê de, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih pêşwazî li serokkomarê Êraqê yê berê Dr. Fuad Masûm kir.

Di wê civînê de, serokkomar Dr. Berhem Salih tekez li ser wê yekê kir ku pêwîsdte di vê qonaxê de, emyekrêziya nîştimanî saz bikin û ev ezmûna demokratîk biparêzin û xwedê li destkevtên gel derkevin ku vê qonaxê bikin di xizmeta gelê Êraqê bi giştî.

Di wê civînê de, derbarê rewşa dawî ya siyasî li Êraqê û navçeyê gotûbêj hat kirin û bi girîng hat zanîn ku hevrêzî di navbera hêzên siyasî de bê kirin tako bernameya hikûmetê bête bi cihkirin.

Başa dön tuşu