ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama Zeîrf bo wezîrê karên derve yê Umanê

Rêvebirê giştî yê çiqa Kendava Farsê ya wezareta karên derve ya Îranê peyama nivîskî ya Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê radestî wezîrê karên derve yê Umanê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Ferazmend rêvebirê giştî yê çiqa Kendava Farsê ya wezareta karên derve ya Îranê îro li hevdîtina digel Yûsif Ibnê Elewî wezîêr karên derve yê Umanê, tevî raberkirina peyama Zerîf, bi wî re têkildarî peywendîyên di navbera her du welatan û meseleyên herêmê de gotûbêj kir.

Umanê di nava welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê de sîyaseteke serbixwe li hemberî meseleyên herêmê nemaze derbarê hevkarîya digel Komara Islamî ya Îranê de heye.

Yûsif Ibnê Elewî wezîrê karên derve yê Umanê di Adara buhurî de seredana Têhranê kir û bi Hesen Rûhanî serokomar, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî, Elî Şemixanî sêkrêtêrê konseya bilinda ewlehîya netewî û Welîyulah Sêyf serokê Banka Merkezî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Başa dön tuşu