Hejmarek serok û rayedarên welatên curbicur bi peyaman, ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê sersaxî dan gel û delweta Îranê û malbata wî.
Emar Hekîm serokê hevalbendîya netewî ya Iraqê li peyama sersaxîyê ya bi boneya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî, ew kesayetîyekî berbiçav li jîyana inqilabî, sîyasî û çandî ya Îran, navçe û cehanê da nasandinê.
Nûrî Malikî alîkarê serokomar û serokê partîya Deiwe ya Iraqê jî şeva buhurî li peyamekê tevî sersaxîdayîna bo rêberê giranqedir ê inqilabê, gelê Îranê û malbata ayetulah Haşimî-refsencanî ji ber koça dawîyê ya wî,pêkutî kir ku gelê Îranê tu wexta hewldanên bêrawestan ên ayetulah Haşimî-refsencanî di rêya serxistin û geşkirina inqilabê û nizama Komara Islamî ya Îranê jibîr nakin.
Di peyama Malikî da hatîye: Ayetulah Haşimî-refsencanî di rêya misogerkirina nizama Komara Islamî û xeta îmam Xumêynî (RE) da, bela û êşên zef tamul kirin.
Fuad Meisûm serokomarê Irqê jî bi peyamekê ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî sersaxî da rêber, gel û dewleta Îranê.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê jî bi daxûyanîyekê bi boneya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê sersaxî da.
Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah, mîrê Kuweytê jî li peyamekê bo serokomarê Îranê, tevî ku xwe şirîkê xema dewlet û gelê Îranê zanî, ji Xwedê teala jibo rehmetîyê ayetulah Haşimî-refsencanî rehmet û jibo gelê Îranê jî sebir û hedar xwest.
Di vî halî da Hemed Ibnê Îsa Alê Xelîfe paşayê Behrêynê jî ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî sersaxî da.
Enwer Qerqaş wezîrê rawêjkar li karên derve yê Imaratê jî têkildarî koça dawîyê ya ayetulah Haşimî refsencanî got ku navê Haşimî bi Komara Islamî û inqilaba gelê Îranê li dijberîya li hemberî rêjîma şahenşahî va hatîye girêdanê.
Şêx Xelef Ibnê Zaid serok, Mihemed Ibnê Raşid serokwezîr û Mihemed Ibnê Zaid Alê Nehyan welîehdê Imaratê jî bi peyamên cida ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî sersaxî dan.
Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê û Evdila Gul serokomarê berê yê vî welatî û Gerî Loyîs hevdengkirê karên NY li Îranê bi peyamên cida xemgînîya xwe ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî dîyar kirin û ji ber vê yekê sersaxî dan gelê Îranê û malbata wî.
Narêndra Mûdî serokwezîrê Hindûstanê jî li peyamekê, ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî sersaxî da gelê Îranê.
Ayetulah Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê di siet 7`ê êvara buhurî da ji ber rawestana dil li bajarê Têhranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)