BehreynNûçeRojhilatanavin

Eskerên Rejîma Alê Xelîfe nehiştin ku vî welatî nimêja cemaetê li navça El-Derazê cih bînin

Eskerên Rejîma Alê Xelîfe bona hefteya 96-an dewam dane dorpêça navça El-Derazê û mala Şêx Îsa Qasim  Behrêyînê û nehêştin ku xelk nimêja cemaetê li vê navçê bixwînin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Resayê, Piştî ku eskerên Rejîma Alê Xelîfe nehiştin gelê vî welatî nimêja cemaetê li navça El-Derazê cih bînin, nimêjkeran li mizgefta Îmam Sadiq (S) nimêja xwe hema cih anînin.

Hêzên ewlehiya Rejîma Alê Xelîfe ji sala par hetanî niha îzn nedane ku Şêx Îsa Qasim bibe pêşnimêjê mizgefta Îmam Sadiq (S) .

Rêjîma Alê Xelîfe bi istandina mafê welatîbûnê û mehkemekiirna Şêx Îsa Qasim ji Hezîrana 2016an va navçeya Durazê ku cihê mayîna vî zanayê olî ye, xistiye bin dorpêçê û rê li ber xwendina nimêja Îniyê li vê derê digire.

Beyrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an va bûye qada serhildana gelanî li dijî rêjîma Alê Xelîfe.

Gelê Behrêynê daxwaza pêkhatina rêformên siyasî, azadiya gotinê, pêkhatina dadweriyê, jinavbirina cihêkariyê û desthilatdarbûna pergala bijartî li vî welatî dikin; Lê rêjîma Alê Xelîfe bi piştevaniya Erebistanê hertim bi serkutkirinê bersiva nerazîtiyên gel dide.

Başa dön tuşu