Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Peydabûna goreke komî li Şengalê

Hêzên iraqî ragihandin ku goreke komî ku zêde ji 400 meyt tê da bûn li Şengalê hat dîtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Somiriye Newsê, Wezaretxanên saxlemî û mafên mirovan ragihandin ku 400 meyt li goreke komî li derûdora Şengalê peyda bûye ku ev kesana bi destê terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û amadekarî hatiye kirin ku bona diyarkirina nasnama wan ji ser DNA`yê destpê bibe.

Hatiye ragihandin ku tîma doxtoriya wezareta saxlemiya Iraqê çûye Şengalê.

Hêzên ewlehiya Iraqê pêştir jî çend gorên bi vî rengî yên komî li parêzgeha Neynewayê dîtibûn ku terorîstên DAIŞ`ê gelek ji xelkê navçê û kurdên êzidî yên Şengalê kuştibûn û paşê jî hemû meytên van qurbaniyana li gorên komî da veşartibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu