IraqNûçeRojhilatanavin

Girtina du serkirdeyên DAIŞ`ê li Diyala Iraqê

Serokê Komîta Ewlehiyê ya Konseya walîtiya Diyala Iraqê raghand: Hêzên îstixbaratî û rawestana li ber terorîzmê yên vê parêzgehê bi hevkariya polîs karîn ku li operasyonekê li rojhilata parêzgeha Diyalê, 2 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê girtin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê, ji zarê El-Neşreyê, Sadiq Huseynî serokê komîta ewlehiyê ya  Konseya  walîtiya Diyalê got: Ev operasyon li kûratiya navça Qizlaxê li 70 kîlûmêtriya  rojhilata Beqûê cih hat û çekên van terorîstan ku li gelek cinayetan ji wan kuştina hêzên polîs dest hebûne, jî hatin zewtkirin.

Pêştir jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê, piraniya serkirdeyên  DAIŞ`ê li mehên derbasbûyî li navçên curbicure  parêzgeha Diyalê girtibûn.

Başa dön tuşu