Bi dehan gorrên komkî li bajarê Minbicê li bakûra Sûriyê hatin peydakirinê.
Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Konseya Eskerî ya bajarê Minbicê îro şemiyê ragihand ku piştî azadkirina bajarê Minbicê ji destê terorîstan, bi dehan gorrên komkî li derûdora vî bajarî peyda bûne ku li gorî lêkolînan, ev meytên ku di nav wan gorrnan da da bûne, yên xelkê sivîl in ku xebitîne ji destê terorîstan birevin û terorîstan jî ew girtine û kuştine.
Konseya Eskerî ya bajarê Minbicê destnîşan kir; koma terorîst a DAIŞ`ê heta birek ji xizmên van kesên ku hatine kuştin ku xebitîne agehdariyên li ser van gorrana kom bikin jî kuştine û xistine nav van gorran.
Hesen Ebû Kênt endamê Konseya Eskerî ya bajarê Minbicê li vê barê got: Di nav gelek ji parkên bajarê Minbicê da gorrên komkî hatine kolandin û bo nimûne li parkeke bajarê Minbicê 27 gorrên komkî peyda bûne ku tu agehdariyek li bara kuştiyên nav van gorana li ber dest da tune.(BANGÊ ÎSLÂMİ)