IraqNûçeRojhilatanavin

Muqteda Sedr: Heke Erdoxan ser hemda xwe ji Iraqê nere, em ê wî bi zorê bavêjin der

Muqteda Sedr rêberê Tevgera Sedr`ê ya Iraqê ji Erdoxên ra got ku heke bi rêzdarî û li ser hemda xwe ji Iraqê paşve nekişie, wê bi zorê ji vî welatî were qewitandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, wî li bersiva pirsa hogirekî xwe li bara gotinên vê dawiyê yên Erdoxanê serokomarê Tirkiyê li bara hizûra leşkerî ya Enqerê li axa Iraqê, got: Em amade ne ku bi hevahengiya dewleta navendiya Iraqê her cûre piştgiriya ji rûniştiyên Mûsilê pêk bînin û Erdoxan jî çêtir ev e ku bi rêzdarî derkeve û heke dernekeve, em ê wî biqewtînin.

Wî ji serokomarê Tirkiyê ra got: “Birêz Erdoxan! Tu destpêkê here gelê xwe li hemberî gefên li ser wan biparêze, dû ra idia bike ku pişta gelê Iraqê digirî“.

Sedrî got: “Erdoxan yek ji piştgirên herî sereke û girîng ê DAIŞ`ê ye û li ser vê esasê eva mafê me ye ku ji ber piştgiriya ji têrorîstan wî bidin ber şopandina navneteweyî“.

Wî her viha ji Erdoxên ra got: “Tu destpêkê welatê xwe li ser esasa xalên dêmokrasiyê ava bike, dû ra çiqasî hez dikî dirûşman bilind bike“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu